Xwendekarên Zanîngeha Colemêrgê li mêrgên Geverê dersan dibînin

12-05-2024
Xwendekarên Zanîngeha Colemêrgê li mêrgên Geverê dersan dibînin / Wêne: AA
Xwendekarên Zanîngeha Colemêrgê li mêrgên Geverê dersan dibînin / Wêne: AA
Nîşan Zanîngeha Colemêrgê Xwendekar Mêrgên Geverê Lêkolîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarên Zanîngeha Colemêrgê yên Beşa Parastina Ajel û Nebatan, li deştên Geverê dersan dibînin.

Xwendekaran ji bo karibin tiştên ku di dersan de dibînin ji nêzîk ve bibînin û lêkolînan li ser wan bikin berê xwe daye mêrgên deşta Geverê.

Mamostayê Zanîngehê Dr. Erkan Azîzoglu wiha behsa armanca vê çalakiyê kir:

“Me ew anîn cihekî ku corên nebat û ajelan lê zêde bin da ku dersên xwe zindî bibînin.

Mêrgên deşta Geverê di nav mêrgên herî mezin ên Tirkiyeyê de ne.

Bi mebesta naskirina vê deverê û dîtina candarên di nav van mêrgan de me xwedekar anîn vir.”

Li vê mêrgê gelek corên teyr û tilûran hene.

Herwiha marên avê û çend cureyên xişxişokan hene.

Xwendekaran di çarçoveya vê çalakiya xwe de li ser beşekê ji wan lêkolîn kirin.

Ew bi hatina vê herêmê û vê çalakiya cuda gelekî kêfxweş in.

“Ji bo me tecrubeyeke cuda bû”

Xwendekar Yunus Er li ser vê serpêhatiya cuda got:

“Me li mêrgeke girîng a Geverê dest bi lêkolînê kir.

Me li ser çend cureyên nebat û candaran lêkolîn kirin. Ji bo me tecrubeyeke cuda bû.”

Li zanîngeha Colemêrgê 15 xwendekarên ku vê beşê dixwînin hene.

Li Zanîngeha Colemêrgê bi giştî 2 hezar û 317 xwendekar hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst