ÊLIH - Agirê ku bi bax û baxçeyan ketibû hat vemirandin

11-08-2023
RÛDAW
Nîşan Êlih Agir Kercos Gundê Qerqatê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kercosê ya Êlihê agirê ku bi bax û baxçeyan ketibû hat vemirandin lê 75 donim zevî zerer dît.

Li gundê Qerqatê ya Kercosê ji ber sedemeke nediyar agir bi bax û baxçeyan ket.

Şewat bi bandora ba her ku çû berbelavtir bû.  

Li ser agahdarkirinê tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Kercosê çûn cihê bûyerê û agir hat vemirandin.

Di şewatê de biqasî 75 donim zevî zerer dît.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst