DÊRSIM - Hunermend, serokşaredar û welatî çûne palûteya jineke cotkar

31-07-2023
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Dêrsim Palûte Palehî Cotkar Jin
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Hunermend, serokşaredar û xelkê Dêrsimê ji bo zêdekirina çandiniya organîk bi palûteyê palehiya nokan dikin.

Sevim Kahramana ku 10 salan karê rojnamegeriyê kiriye dev ji karê xwe berdaya û hatiye li Dêrsimê cotkariyê dike.

Kahraman, ev sê sal in ku êdî cotkariyê dike. Kahramanê li zeviya xwe ya 25 donimî ya ku li mezraya Sogayikê ya gundê Kocakoçê yê Dêrsimê ye îsal nok çandine.

Kahraman ji ber ku bi tenê bû wê her sal vê demê di berhevkirina berhemên xwe de zehmetî dikişand lê îsal welatî, hundermend û çalakvanên Dêrsimî çûne palûteya wê.

“Ez 10 salan li televizyon û rojnameyan xebitîm”

Sevim Kahramana ku dev ji rojnamegeriyê berdaye û hatiye Dêrsimê ji Rûdawê re got:

“Ev sê sal in ez cotkariyê dikim. Ez 10 salan li televizyon û rojnameyan xebitîm. Piştî 10 salan vegeriyam Dêrsimê. Min destpêkê bostanek çand. Sê sal in ez nokan diçînim. Bi alîkariya hevalan û xelkê Dêrsimê em berhema îsal berhev dikin. Ez gelekî kêfxweş im û spasiya tevan dikim.”

Di nav paleyên Kahramanê de Ruziye Kandîla ji Trakyaya Tirkiyeyê jî heye.

“Li Trakyayê tiştekî wisa nîne”

Kandîlê anî zimên ku vê hevkariya li Dêrsimê bandor lê kiriye û got:

“Ez Ji Trakyayê me lê li wê dere tiştekî wisa nîne. Ev piştgiriya li vê derê gelekî xweş e. Min hevala ku ez hatime nokên wê biçinim nas nedikir lê ez hatim. Xwedê kir ku ez hatim, min mirovên gelekî delal nas kirin.”

Ne tenê ji Dêrsimê lê ji gelek bajarên din ên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û derveyî welêt jî kesên ku dixwazin ev çanda palûteyê zindî bimîne çûne alîkariyê.

Semra Yumluya ku çûbû palûteyê jî got, “Em li ser xwesteka hevalên xwe ji bo alîkariyê hatin vê derê. Ez hatim û gelekî bextewar bûm.”

Saniye Îldenîzê jî wiha got:

“Em îro hatin ku alî hevalên xwe bikin. Ji ber ku zevî mezin e em hatin alîkariya wan. Li ser xêrê be, bereket tê de be. Ecdadê me jî wer dikir. Berê, zemanê me her kesî alîkariya yekî feqîr, yekî ku zarokên wî nebûn dikir. Ez dixwazim ev çanda piştgiriyê bidome.”

Herwiha hunermend Metîn Kemal Kahraman û Zeynep Kiliç û Serokê Şaredariya Dêrsimê Mehmet Fatih Maçoglu jî çûbûne palûteyê.

Hunermendan hem ji paleyan re stran gotin û hem jî li gel wan palehî kir.

“Divê em hemû bi hev re li dijî van zehmetiyan rabin”

Serokê Şaredariya Dêrsimê Mehmet Fatih Maçoglu jî hatibû palehiya Kahramanê, Maçoglu ji Rûdawê re got:

“Beriya niha bi 9 salan me dest bi vî karê cotkariyê kir. Berê xelkê me bi me dikeniya lê piştî ku nêrîna xelkê ya li ser karê me guherî girîngiya karê me jî derkete holê. Ev karê ku em li Pulurê dikin niha li Konya, Eskîşehîr, Nîgde û Aksarayê jî belav dibe. Li vê xakê li vê welatî çiqas zehmetî hebin jî divê em hemû bi hev re li dijî van zehmetiyan rabin.”

Neh sal in li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê çandiniya xwezayî ya bêgubre tê kirin û niha ji Dêrsimê ber bi bajarên wekî Konya, Eskişehir, Nigde û Aksarayê ên Tirkiyeyê ve belav dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst