Parêzgariya Sineyê dê 900 hezar ton genim ji cotkaran wergire

26-07-2023
RÛDAW
Parêzgariya Sineyê dê 900 hezar ton genim ji cotkaran wergire
Parêzgariya Sineyê dê 900 hezar ton genim ji cotkaran wergire
Nîşan Sine Wergirtina Genim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê parêzgariyê ragihand ku dê îsal 900 hezar ton genim ji cotkaran wergire.

Parêzgarê Sineyê Îsmaîl Zareî Kûşa ragihand, îsal zêdetirî mîlyonek ton genim li Sineyê hatiye berhemanîn û hikûmet dixwaze 900 hezar ton genim ji cotkaran wergire.

Îsmaîl Zareî Kûşa roja Sêşemê bi Wezîrê Cotkariyê yê Îranê Mihemed Elî Nîkbext re civiya û tê de bal kişande ser wê ku heta niha zêdetirî 500 hezar ton genim ji cotkarên parêzgehê hatine wergirtin.

Parêzgarê Sineyê her wiha destnîşan kir ku navendên ser bi hikûmetê ve di wergirtina genimê cotkaran de berdewam bin.

Parêzgarê Sineyê di civînê de ji Wezîrê Cotkariyê yê Îranê Mihemed Elî Nîkbext xwest ku pereyên genimê cotkarên wê parêzgehê di demeke kurt de bide û got, heta niha bi qasî 7 hezar û 500 mîlyar tumenî genim ji cotkarên parêzgehê hatiye wergirtin û tê pêşbînîkirin heta dawiya salê, 900 hezar ton genim bê wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst