Alîkarê Parêzgarê Sineyê: 20 balyoz ji bo konferanseke veberhênanê dê bên Sineyê

13-09-2023
RÛDAW
Nîşan Sine Konferans Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Parêzgarê Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku biryar e balyozên 20 welatên cîhanê biçin bajarê Sineyê.

Alîkarê Parêzgarê Sineyê diyar kir ku ew bi armanca beşdariya konferanseke aborî û veberhênanê dê biçin Sineyê.

Alîkarê Parêzgarê Sineyê yê Karûbarên Aborî Elî Nûrî bi Şaredarê Sine û endamên Encûmena Bajarê Sineyê li çend projeyên xizmetguzarî yên bajêr ên wek Parka Rojyar, parka 4 hektarî ya Îslam Ava û Cadeya Îslam Ava geriyan.

Elî Nûrî ragihand ku ji bo pêşketin û peydakirina derfetên kar, roleke baş û sereke ya sektora geştiyariyê li parêzgehê heye.

Elî Nûrî da zanîn ku ji ber wê yekê jî hikûmetê giringî daye vê sektorê û ew kiriye karê xwe yê sereke.

Nûrî herwiha diyar kir ku wan hewl daye giringiyê bidin sektora geştiyariyê.

Dê wê yekê jî bi zêdekirina rêjeya keskahiyê, avakirina parkan û vekirina cihên geştyariyê û werzişî li bajaran bi taybetî li Sineyê bikin.

Alîkarê Parêzgarê Sineyê got, “Di çend hefteyên bê de dê Konferansa Nasandina Derfetên Veberhênanê li bajarê Sineyê were sazkirin û biryar e balyozên 20 welatên cîhanê di wê konferansê de amade bibin."

Elî Nûrî ev yek jî got, "Di konferansê de dê ew şiyanên ku di warên veberhênanê de li parêzgeha Sineyê hene, ji mêvan û balyozên 20 welatan re bê behskirin.

Em hêvî dikin zemîneke baş ji bo pêşketina parêzgehê û bi taybet jî ji bo bajarê Sineyê çêbibe.

Em dê hewl bidin di wê konferansê de, bi armanca veberhênanên mezin li Sineyê, sûdê ji veberhênerên navxwe û biyanî wergirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst