Li Sineyê qeza: 3 kesan canê xwe ji dest da

10-01-2024
Nîşan Sine Qeza Mirî Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê, di qezayeke trafîkê de 3 kesan canê xwe ji dest da.

Qezayê şeva borî li ser rêya bajarên Seqiz û Dîwandereyê rû da.

Rêvebirê Polîsê Trafîkê yê Kurdistanê Îsa Gewherî ragihand ku li nêzîkî bajarokê Zerîneyê tankêreke petrolê û otomolîkê li hev xistiye.

Îsa Gewherî da zanîn zanîn, her sê kesên di otomobîlê de canê xwe ji dest daye.

Îsa Gewherî herwiha destnîşan kir ku otomobîl ji rêya xwe derketiye û ev bûye sedema qezayê.

Li aliyê din, li gorî agahiyên ku Gewherî dane, di maweyê 9 mehên borî de li parêzgeha Sineyê 231 kes di encama qezayên trafîkê de mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst