Hewlêr (Rûdaw) - Di qezaya trafîkê ya li ser rêya Qurwe û Hemedanê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Rêveberê Polîsên Rêyan ê Sineyê Îsa Gewherî ragihand ku li ser rêya Qurwe û Hemedanê barhilgireke biçûk û otomobîleke taybet li hev qelibîn.
Bi gotina Îsa Gewherî şofêrê barhilgirê û 2 rêwiyên wî di cih de canê xwe ji dest daye û şofêrê otomobîla taybet û 3 rêwiyên wî jî birîndar bûne.
Rêveberê Polîsên Rêyan ê Sineyê Îsa Gewherî herwiha da zanîn:
“Barhilgirê xwestiye wesayîta li pêşiya xwe derbas bike û li otomobîla taybet a ku ji aliyê din dihat qelibiye.”
Rêya Qurwe û Hemedanê 83 kîlometre ye û beşeke wê yekalî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse