Li Curnê Reş xelk li benda hilbijartinan e

26-05-2024
RÛDAW
Li navçeya Curnê Reş hilbijartin tên kirin / Wêne: ANKA
Li navçeya Curnê Reş hilbijartin tên kirin / Wêne: ANKA
Nîşan Curnê Reş DEM Partî AK Partî Riha Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Curnê Reş a Rihayê xelk dê careke din biçin ser sindoqên hilbijartinan û alîgirên AK Partî û DEM Partiyê bi kelecan li benda roja hilbijartinan e.

Roja 2yê Hezîrana dê li hinek navçeyên Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê, hilbijartinên şaredariyan dubare bibin.

Yek ji wan navçeyan jî Curnê Reş e.

Curnê Reş girêdayî parêzeha Rihayê ya Bakûrê Kurdistanê ye.

Kêmtirî heftiyekê ji hilbijartinan re maye û li navçeyê jî amadekarî berdewam dikin.

Di hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adara îsal de, li vê navçeyê, DEM Partiyê ji sedî 33,20ê dengan û AK Partiyê jî, ji sedî 30,72ê dengan bi dest xistibû.

AK Partiyê, ew encam qebûl nekir û li ser daxwaza AK Partiyê, encam hatibûn betalkirin û biryar hatibû dayîn ku hilbijartin dubare bibin.

Alîgirên DEM Partiyê, dibêje xelk bi hêrs e û ew dê di hilbijartinên 2yê Hezîranê de jî dîsan şaredariya Curnê Reş, bi dest bixin.

“DEM Partî dê careke din ser bikeve”

 Dengdêrekî Dem Partiyê da zanîn ku ew dê careke din serkevin û wiha got:

“Bi saya Xweda di hilbijartinên 2ê Hezîranê de em dê sedî sed serkevin.

Em bi biryar in. Xelk bi hêrs e. Xelk her tim li dijî kiryarên van ên kirêt rawestiyane.

Wek DEM Partî em dê 2yê Hezîranê serkevin.”

Dengderekî din ê DEM Partiyê jî hikûmetê bi tûndî rexne kir û wiha got:

“Em gelekî bihêrs in. Hîlvan vê yekê heq nake, Hîlvan rêveberiyeke herî baş heq dike.

Heta niha ev 50 sal e ti xizmetek ji Hîlvanê re nehatiye kirin. Deshilat û alîgirên wê vê yekê hêjayî xelkê Hîlvanê dibînin.”

Li vî bajarî rikeberiya herî mezin di navbera DEM Partî û AK Partiyê de ye.

AK Partiyê jî bo hilbijartinê dest bi kar kiriye. Ew dibêjin, dê di vê hilbijartinê de derbasî rêza yekem bibin.

“AK Partî dê serkeve”

Niştecihekî Curnê Reş got:

“Wekî xelkê Hîlvanê piştî encama hilbijartina yekê hat betalkirin, her kesî xelk û esnafên Hilvanê ji tiştên ku çêbûn ne razî bûn.

Hêvîdar im her kes hişyar bûbe, bi piştgiriya ciwanan û bi saya Xweda dê AK Partî derbasî rêza yekê bibe û biser bikeve.”

Di 31ê Adarê de li Curnê Reşê piştî ku hejmartina dengan bi dawî bû û encamên sindoqan hatin nivîsandin, hinek endam û alîgirên AK Partiyê ser bi Navenda Ciwanan a Curnê Reş de girtibûn.

2 sindoqên hilbijartinê tevî dengan hatibûn şewitandin û li wî bajarî alozî derketibûn.

Di encama lêpirsîna dodzgeriyê de 7 endam û alîgirên AK Partiyê yên ku roja hilbijartinê sindoq şewitandibûn bi biryara dadgehê hatin girtin.

Niha li wî bajarî çav li ser encamên hilbijartinên 2yê Hezîranê ne.

Alîgirên DEM Partî dibêjin dê ew biserkevin û alîgirên AK Partiyê jî dibêjin dê ew şaredariya Curnê Reşê bidest bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst