AMED - Ji ber îtirazan mazbatayên şaredaran nadin

07-04-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Hilbijartin Mazbata DEM Partî Ak Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê, tevî ku di ser hilbijartinê re 7 roj derbas bûne jî Lijneya Hilbijartinan a Bajêr ji ber îtirazên partiyan mazbatayên şaredarên hatine hilbijartin nade.

Di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û 13 navçeyên Amedê DEM Partî û li 4 navçeyan jî AK Partî bi ser ket.

Piştî hilbijartinê AK Partiyê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û 13 navçeyên ku DEM Partî bi ser ket îtiraz kir û daxwaza ji nû ve hejmartina dengan û dubarekirina hilbijartinê kir.

DEM Partiyê jî bi heman awayî ji bo 4 navçeyên ku AK Partî bi ser ket îtiraz kir.

Ji ber Komîsyona Hilbijartinê ya Amedê li ser îtirazan biryarek nedaye mazbataya şaredarên serkeftî nehatiye dayîn û tevî ku 7 roj di ser hilbijartinan re derbas bûne jî dest bi kar nekirine.

Tê çaverêkirin roja 8ê Nîsanê Lijneya Hilbijartinê ya Amedê bicive û biryarê li ser îtirazan bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst