Riha - Endamên AK Partiyê yên sindoq şewitandin hatin girtin

07-04-2024
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Riha Curnê Reş AK Partî DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Curnê Reşê ya Rihayê, 7 endam û alîgirên AK Partiyê ku roja hilbijartinê sindoq şewitandibûn bi biryara dadgehê hatin girtin.

Yek ji wan kesên ku bi tohmeta şewitandina 2 sindoqan hatiye girtin Nûnerê AK Partiyê yê Komîsyona Hilbijartinê ya Curnê Reşê ye.

Li navçeya Curne Reşê roja hilbijartinê piştî hejmartin bi dawî bû û girtename hatin nivîsandin çend endam û alîgirên AK Partiyê bi ser Navenda Ciwanan a Curnê Reşê de girt û 2 sindoqên li wê derê tevî dengan şewitandin.

Endam û alîgirên AK Partiyê li Navenda Ciwanan a Curnereşê ku navendeke dengdanê bû li polîsekî û nûnerê DEM Partiyê yên sindoqê jî dan.

Dîmenên şewitandina dengan li ser medya civakî hatin belavkirin.

Di encama hilbijartinê de berbijêrê DEM Partiyê Serhan Paydaş bi 6 hezar û 960 dengan bi ser ket û berbijêrê AK Partiyê Aslan Ali Bayik jî 6, hezar û 439 deng wergirtin.

Berpirsên AK Partiyê piştî hilbijartinê bi tohmeta ku sindoq hatine şewitandin serî li Komîsyona Hilbijartinê ya Curnereşê dan û daxwaza betalkirina hilbijartinê kirin.

Komîsyona Hilbijartinê ya Curnê Reşê jî li ser daxwaza AK Partiyê hilbijartinên Şaredariya Curnê Reşê betal kir û biryar da hilbijartin roja 2yê Hezîrana 2024an dubare bê kirin.

DEM Partiyê li Komîsyona Hilbijartinê ya Rihayê îtiraz kir lê îtiraza DEM Partiyê hat redkirin.

DEM Partiyê piştre ji bo betalkirina biryarê serî Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê da.

Roja 6ê Nîsana 2024an hêzên ewlehiyê li navçeya Curnê Reşê û gundên wê bi ser hejmarek mal de girtin û bi tohmeta ku sindoq şewitandine di nav de çend berpirsên AK Partiyê bi tevahî zêdetir ji 10 endam û alîgirên AK Partiyê desteser kirin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan îro  li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û ogt:

“Li Curnê Reşê 13 kes şeva borî ji bo dadgehê hatin şandin ku di nav de mirovên Şaredarê AKPyî Aslan Alî Bayik jî hene.

7 kes hatin girtin û 6 kes jî bi şertên kontrola dadî hatin berdan.

Dema ku fêmkirin dê hilbijartinê wenda bikin 2 sindoq şewitandin.”

Dadgeha Curnê Reşê derbarê dozê de biryara nihênîbûnê da û derbarê naveroka dosyeyê de ti zanyarî nade parêzeran.

Li gorî zanyariyên Rûdawê ku ji parêzeran wergirt, di nav 7 kesên ku hatine girtin de Nûnerê AK Partiyê yê Komîsyona Hilbijartinê ya Curnê Reşê Necmi Bayik ku mirovê nêzîk ê Şaredarê Curnê Reşê Aslan Alî Bayik e, berbijêrê rêza yekemîn ê AK Partiyê yê Meclîsa Şaredariya Curnereşê Sabri Îzol û endamên AK Partiyê Bedir Bayik, Mustafa Bayrak û Galip Taştan hene.

Ji aliyê din ve li Curnê Reş û navenda Rihayê xwepêşandanên alîgirên 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst