Siwêreg: Ciwanê 21 salî di golê de xeniqî

26-04-2024
RÛDAW
Nîşan Siwêreg Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê ciwanekî 21 salî yê ku nivîşkan bû di golê de xeniqî.

Bûyerê îro li gundê Ortancayê yê navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê rû da.

Li gorî zanyariyan ciwanê 21 salî yê bi navê Mustafa Durdu ku nivîşkan bû, ji bo ku xwe hênik bike çû nav gola ku ji bo avdana ajelan hatibû çêkirin.

Ew piştî demekê di nav ava golê de winda bû.

Li ser agahdarkirinê tîm çûn cihê bûyerê lê wan ciwanê navborî nedît.

Piştre ava golê ji aliyê tîman ve hat valakirin û cenazeyê Mustafa Durdu ji golê hat derxistin.

Bi zêdebûna pileya germahiyê li Bakurê Kurdistanê bûyerên xeniqîna avê dest pê kirin.

Îro li Colemêrgê jî welatiyekî 60 salî di çem de xeniqî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst