Li Siwêregê kesekî bi çekê hevjîna xwe ya berê kuşt

06-08-2023
RÛDAW
Nîşan Siwêreg Kuştina Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, jineke dayika 3 zarokan ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hat kuştin.

Jina bi navê Esma Kalenderli çend caran giliyê hevjînê xwe yê berê kiriye lê ji bo parastina wê tedbîrên pêwîst nehatine wergirtin.

Li gor zanyariyên Rûdawê li navçeya Siwêregê, Murat U. yê ku beriya 7-8 salan ji hevjîna xwe Esma Kalenderliyê veqetiyabû, demjimêr 09.00an li nêzîkî mala wê bi demançeyê êrîşî wê kir.

Di encama êrişê de Esma Kalenderliya 32-33 salî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Esma Kalenderli bir Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Esma Kalenderliyê tevî hewldanên bijîşkan jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Kujer Murat U. ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Hat zanîn ku Murat U. berî 2 mehan jî hewla kuştina Esma Kalenderliyê daye lê demançeya wî neteqiyaye.

Murat U. piştî ku çend rojan desteserkirî maye hatiye berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst