Li Rihayê êriş: Kesek hat kuştin

26-09-2023
Nîşan Siwêreg Êriş Kuştin Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî di êrişeke bi çekê de kesek hat kuştin.

Li kolana Behri Karakeçiliyê ya Siwêregê, hinek kesên nenas li ser rêya mala wî bi demançeyê êrişî Yaşar Îldirê 35 salî kir.

Di êrişê de Yaşar Îldir li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê Îldir veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst