SIWÊREG - 2 malbat ji ber erdan bi hev ketin: 6 kes birîndar bûn

11-09-2023
RÛDAW
Nîşan Siwêreg Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê du malbat ji ber pirsgirêka erd û zeviyan pev çûn, di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Li taxa Buyuk Kazanliyê ya Siwêregê doh ji ber pirsgirêka li ser erd û zeviyan di navbera 2 malbatan de alozî derket, piştî ku alozî zêde bû bi kevir, dar û çekan pev çûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di şerê du malbatan de Şêxmûs (42), Mehmet Nedîm (46), Mistefa (56), Hemdullah (44) û Sînan K. (68) û Sînan S. (25) birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Hêzên ewlehiyê li taxê û ber nexweşxaneyê tedbîr zêde kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst