Heseke: Êrîşî berpirsekî Zanîngeha Ferat kirin

26-04-2023
RÛDAW
Berpirsê kolêja endazyariya çandiniyê ya Zanîngeha Feratê ya Hesekê Emîd Qusey El-Umer
Berpirsê kolêja endazyariya çandiniyê ya Zanîngeha Feratê ya Hesekê Emîd Qusey El-Umer
Nîşan Zanîngeha Feratê Heseke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 3 kesan êrîşî ofîsa berpirsê kolêja endazyariya çandiniyê ya Zanîngeha Feratê ya Hesekê kirin, bi tundî lê xistine û heta niha nehatine girtin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, îro Çarşemê 3 kesan êrîşî ofîsa berpirsê kolêja endazyariya çandiniyê ya Zanîngeha Feratê ya Hesekê Emîd Qusey El-Umer kirine û bi tundî lêxistine, Emîd Qusey ji bo nexweşxaneyeke Hesekê hatiye rakirin.

Rêveberê şaxê Zanîngeha Feratê li Hesekê Dr. Cemal Ebdila ji ajansa fermî ya Sûriyê SANA re got, HSDê ew êrîş pêk aniye û Emîdê Kolêjê bi tiştekî tûj birîndar kirine.

Her wiha Mamosteyê Zanîngeha Feratê Dr. Esed Micbas jî beşdarî bultena Rûdawê bû û got, “Kesên êrîşkar ne xwendekarên zanîngehê bûn.”

Heta niha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser li ser vê êrîşê ti daxuyanî nedane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst