Li Şehbayê komkujiya Cindirêsê hat şermezarkirin

26-03-2023
RÛDAW
Xwepêşandana koçberên Efrînê li bajarokê Fafînê yê herêma Şehbayê. Wêne û vîdeo: Rûdaw
Xwepêşandana koçberên Efrînê li bajarokê Fafînê yê herêma Şehbayê. Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Efrîn Cindirês Komkujiya Cinidirêsê Fafîn Şehba
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Fafînê yê devera Şehbayê li bakurê Helebê koçberên Efrînî piştevaniya xwe ji bo Cindirêsê nîşan dan.

Îro Yekşemê 26ê Adara 2023an danê sibehê, bi sedan koçberên Efrînî li bajarokê Fafînê yê Şehbayê kom bûn û piştevaniya xwe ji bo malbata qurbaniyên komkujiya Cindirêsê nîşan dan.

Beşdarên çalakiyê bi çiqilên zeytûnan di dest de, wêneyên şehîdan bilind kirin û dirûşm gotin û daxwaza derketina komên çekdar ji herêma Efrînê û herwiha darizandina qatilên “4 şehîdên Newroza Cindirêsê” kirin.

Di dîmenên çalakiyê de ku taybet ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine şandin, diyar dibe ku beşdaran di çalakiyê de herwiha sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” xwendine.

Roja berî Newrozê, 20ê Adara 2023yan, çekdarên ser bi grûpa Ehrar El-Şerqiye li bajarokê Cindirêsê yê Efrînê, bi sedema dadana agirê Newrozê, 4 welatiyên Kurd ên ji malbatekê kuştin û 2 kesên din jî birîndar kirin.

Ji wê rojê ve heta niha rewş li Efrîn û Cindirêsê ne aram e û welatiyên Kurd ên herêmê xwepêşandanên nerazîbûnê saz dikin û daxwaza derketina çekdaran ji bajar û bajarokan û cihên niştecîbûnê yên herêmê û herwiha darizandina çekdarên ku bûne sedema kuştina 4 welatiyên Kurd dikin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst