3 zarokên Efrînî ji ber teqîna mayinekê birîndar bûn

02-09-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Şehba Teqîn Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Şehbayê 3 zarokên koçber ên ji Efrînê ji ber teqîna mayinekê birîndar bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn–Sûriyeyê ragihand ku roja şemiyê, 3 zarokên koçber ên ji Efrînê li bajarokê Til Qerahê yê navçeya Şehbayê ku dikeve bakurê Sûriyeyê, bi sedema teqîna mayinekê birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, her 3 zarokan bi mayinekê ji paşmayên şer dilîst û bi wan de teqiya.

Nasnameya zarokan wiha ye:

Serdar Mehmûd 8 salî ye, ji gundê Gurzêlê ye.

Ela Elo 11 salî ye û Selah Elo 9 salî ye, her du jî ji gundê Hesen Dêrayê yê nahiyeya Bilbilê ne.

Tîmên tenduristiyê her 3 zarokên birîndar veguhastin Naxweşxaneya Avrînê.

Ji ber ku birînên wan sivik bûn, ew ji nexweşxaneyê hatin derxistin.

Heman rêxistinê da zanîn ku bi dirêjiya krîza Sûriyeyê, ji ber mayinan 41 kesan canê xwe ji dest  daye û 50 kes jî birîndar bûne ku di nav wan de jin û zarok jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst