Mêşvan li hêviyê ne ku ‘Hingivê Çewlîgê’ li Yekîtiya Ewropayê bê tescîlkirin

25-08-2023
Nîşan Hingiv Mêşvan Yekîtiya Ewropayê Çewlîg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Patent û Markayan a Tirkiyeyê (TURKPATENT) ji bo tescîlkirina "Hingivê Çewlîgê" serî li Yekîtiya Ewropayê (YE) xist.

Armanca vê serlêdanê ew e ku Hingivê Çewlîgê di bazara navneteweyî da bê naskirin.

Derxistina "Hingivê Çewlîgê" yê ku tescîla erdnîgariyê bi dest xistiye, dest pê kir.

Li bajêr hezar û 700 mêşvanî dest bi derxistina hingivê 163 hezar kewaran kir.

Mêşvanên Çewlîgî yên ku ji bo hingivê baş derxin hewl didin, di sala dawî de li qada navneteweyî di pêşbaziyan de 8 xelatên zêrîn û yeke platînyum wergirtine.

Mêşvanên ji Çewlîgê hêvî dikin ku serlêdan bê qebûlkirin û hingivê Çewlîgê di bazara navneteweyî de bê naskirin.

Par 2 hezar ton hingiv hat derxistin

Li Çewlîgê par 2 hezar ton hingiv hat derxistin û îsal jî ji ber şert û mercên demsalê tê texmînkirin ku rekolte hezar û 500 ton be.

Serokê Yekîtiya Mêşvanan a Çewlîgê Alî Aba diyar kir ku kalîteya hingivê Çewlîgê tim baş e lê di bazaran de divê qîmeta ku heq dike bibîne.

Alî Aba diyar kir hêvî dikin ku hingivê Çewlîgê li YEyê jî bê tescîlkirin.

“Me 9 xelat wergirtin”

Alî Aba destnîşan kir ku tevî 2 kurên xwe mêşvaniyê dike û wiha axivî:

“Sala dawiyê me di pêşbaziyên navneteweyî da 9 xelat wergirtin. Me di pêşbaziyan da 8 xelatên zêrîn û yeke platînyum wergirtin.

Ev serkeftineke mezin e. Heger YE serlêdana me qebûl bike dê hingivê Çewlîgê di bazara navneteweyî de bê naskirin û qîmeta xwe bibîne."

Hingiv dişînin 6-7 dewletan

Serokê Yekîtiya Mêşvanan a Çewlîgê Alî Aba destnîşan kir ku li bajêr 10 fîrma hingiv îxracî 6-7 dewletan dikin.

Alî Aba got ku hingiv dişînin dewletên wekî Holenda, Brîtanya, Swîsre, Qeter û Dubaiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst