Li Hesekê metirsiya nemana ava vexwarinê heye

18-04-2024
Hisên Omer
Li Hesekê metirsiya nemana ava vexwarinê heye / Wêne: Ji ber vîdeoyê
Li Hesekê metirsiya nemana ava vexwarinê heye / Wêne: Ji ber vîdeoyê
Nîşan Hesekê Krîza Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistinên mirovî yên ku av ji bo xelkê Hesekê peyda dikirin, dibêjin êdî ew nikarin wê yekê bikin.

Vê yekê metirsî li ser malbatên hejar çêkiriye ku av bi dest wan nekeve.

Li Hesekê her bermîlek av bi 7 hezar lîreyên Sûrî tê firotin, rojane pêwîstiya her malekê bi 2 bermîlên avê heye. 

Xelkê bajarê Hesekê û derdora wê di krîzeke tundtir a kêmbûna avê de ne.

Ava Elokê bi temamî rawestiyaye

Ji çend mehan ve, stasyona avê ya Elokê bi temamî rawestiyaye.

Niştecihên bajêr avê bi tankeran dikirin.

Hejmareke rêxistinên mirovî jî avê ji malbatên hejar re peyda dikin.

Lê bi nêzîkbûna havînê re, ew rêxistin dibêjin ku dê nikarin avê dabîn bikin lewma metirsiyeke mezin li ser malbatên hejar heye.

Bermîleke avê bi 7 hezar lîreyên Sûrî ye

Niha li bajarê Hesekê, bermîlekî avê bi 7 hezar lîreyên Sûrî ye.

Mûçeyê mehane yê karmendekî Hikûmeta Sûriyeyê jî 35 hezar lîreyên Sûrî ye.

Malek rojane pêwîstî bi 2 bermîlên avê heye.

39 caran ava Stasyona Elokê hatiye qutkirin

Rêveberê Saziya Avê ya Hesekê ya Hikûmeta Sûriyeyê Mihemed Mehmûd Osman ji medyaya nêzîkî hikûmetê re ragihand ku ji dema dagirkirina Serê Kaniyê ji aliyê Tirkiyeyê ve, grûpên çekdar 39 caran ava Stasyona Elokê ji ser bajarê Hesekê û gundewarên wê qut kirine.

Herwiha nêzîkî milyonek û 500 hezar welatî ji avê hatine bêparkirin.

Herî dawî ji 8 mehan ve, ava stasyonê bi temamî hatiye qutkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst