Ji Şaredariya Bedlîsê pêngava Kurdî

25-06-2019
Necmi Orta @sira_sibe_
Nîşan Şaredariya Bedlîsê AK Partî Tabele Kurdî Îbrahîm Aslan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şaredariya Bedlîsê ku niha di destê AK Partiyê de ye, ragihand ku wan di nav de kursa zimanê Kurdî jî, 50 proje dane destpêkirin. Herwiha tabelaya bi zimanê Kurdî ya li ser riya sereya ya bajêr jî hat nûkirin.

 

Şaredariya Bedlîsê ku piştî hilbijartinên 31ê Adarê ji ber rakirina tabeleya Kurdî bibû rojêv, tabeleya têketina bajêr nû kir û herdu zerevayên Kurdî, Zazakî û Kurmancî lê zêde kirin. Li ser tabeleya bi herçar zimanên Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Erebî “Hûn Bi Xêr Hatin” hatiye nivîsandin.

 

“Mijara tabelayê hate berevajîkirin”


Derbarê mijarê de Cîgirê Serokê Şaredariya Bedlîsê Îbrahîm Aslan ji Rûdawê re diyar kir ku pirsa tabeleyê hat berevajîkirin û wiha pê de çû: “Em Kurd in, bi zimanê dayîkê re ti pirsgirêkên me nînin û nabe jî. Em di xizmetguzariyên xwe de jî cih didin zimanê Kurdî. Di vê çarçoveyê de ew sozên me di kampanyayên hilbijartinan de dane bicih dikin, lê bi taybetî hinek alî ev mijar tewişandin û belav kirin. Xwestin ji bo berjewendiyên xwe yên hilbijartina Stenbolê bikar bînin. Heta ku hewl dan vê mijarê bi armanceke xirab wek amûrekê li hemberî serokê şaredariya me bikar bînin.”

 

Îbrahîm Aslan da zanîn ku tabeleya têketina bajêr jî hatiye guhertin û derbarê vê yekê de jî got: “Tabeleya nû di nav de herdu zaraveyên Kurdî Zazakî û Kurmancî bi çar zimanan hatiye çêkirin. Herwiha di demên pêş de em dê li şûna avahiya şaredariyê avahiyeke nû çêkin û li ser tabeleya Kurdî jî dê hebe.”

 

 

“Soza kursa zimanê Kurdî bicîh dikin”


Cîgirê Serokê Şaredariya Bedlîsê Îbrahîm Aslan herwiha bibîr anî ku wan di heyama kampaniya hilbijartinên 31ê Adarê de soza zimanê Kurdî dabûn û got:

 

“Em wek Şaredariya Bedîlê sozên ku me di heyama kampaniya hilbijartinên 31ê Adarê de dane bicih dikin. Yek ji wan kursên zimanê Kurdî û Îngilîzî bûn. Herwiha şanoyên me yên Kurdî jî dê hebin. Em dê ser pêşkeşkirina xizmetguzariyan berdewam bin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst