Derbarê Hevserokê Şaredariya Dêrsimê lêpirsîn hat destpêkirin

13-05-2024
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak Lêpirsîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê derbarê Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak de bi hinceta “propagandeya rêxistina terorê” lêpirsîn daye destpêkirin.

Li gorî nûçeya Pîrhayê, Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê bi hinceta "propagandeya rêxistina terorê" derbarê Hevserokê Dêrsimê Cevdet Konak yê DEM Partiyê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Hatiye îdiakirin ku beriya Hilbijartinên 31ê Adarê Konak di çend daxuyaniyên xwe de “propagandeya rêxistina terorê” kiriye û ji ber vê yekê serdozgeriyê xwestiye Konak îfade bide.

Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak di çarçoveya lêpirsînê de dê îfade bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyê temsîlî / Wêne: Arşîv

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin

Bijîşkên malbatan dê di navbera 2 û 6ê Kanûna Pêşîn de grevê bikin