Ji ber Kurdî li profesorê Kurd lêpirsîn hat destpêkirin

05-08-2024
RÛDAW
Nîşan Prof. Dr. Cenap Ekîncî Kurdî Lêpirsîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Prof. Dr. Cenap Ekîncî ji ber ku jêbirina hişyariyên trafîkî yên bi Kurdî rexne kiribû derbarê wî de lêpirsîn hat despêkirin.

Odeya Bijîşkan a Amedê jî lêpirsîna derbarê Cenap Ekîncî sermezar kir.

Di van demên dawî de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariyên trafîkî yên bi Kurdî yên ji aliyê şaredariyên DEM Partiyê ve tên nivîsîn ji aliyê rayedaran ve tên jêbirin.

“Bila her kes rake boyaxê û li ser dîwarê xwe Pêşî Kurdî binivîsîne”

Prof. Dr. Cenap Ekîncî jî li ser hesabê xwe yê Xê bertek dabû vê yekê û gotibû:

“Şaredarên hêja! We li ser rêyan `Pêşî Peya` nivîsî gelek caran hatin jêbirin.

We li ser navê gel erka xwe ya giştî bi çîh anî. Niha dora esnaf, dikan, qehwefiroş, sebzefiroş, rêvebirên sîteyan û gel e.

Bila her kes rake boyaxê û li ser dîwarê xwe `Pêşî Kurdî` binivîsîne.”

Ji ber vê yekê Serdozgeriya Komarî ya Amedê li ser gilîkirinê derbarê Prof. Dr. Cenap Ekîncî de lêpirsîn da destpêkirin.

“Em tundiyên li ser Kurdî û zextên li ser fikr û ramanên mirovan şermezar dikin”

Odeya Bijîşkan a Amedê jî bi daxuyaniyekê piştgirî da Prof. Dr. Cenap Ekîncî û lêpirsîna derbarê wî de şermezar kir û got:

“Di demeke ku em dixwazin `tenduristiya bi zimanê dayîke` bipêş bixin de astengiyên li ser kurdiya rojane, jêbirina nivîsên `pêşî peya` û `hêdî` nayên pejirandin.

Astengiyên li ser Kurdî têrî serdestan nake ku ew derbarê mirovên bertekan nîşanî vê hişmendiyê didin de jî lêpirsînan didin destpêkirin.

Em tundiyên li ser Kurdî û zextên li ser fikr û ramanên mirovan şermezar dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst