Antony Blinken û Serokwezîrê Îraqê civiyan: 'Piştgiriyê bide aramiya Kurdistanê'

19-09-2023
Nîşan Antony Blinken Mihemed Şiya Sûdanî Herêma Kurdistanê Aramî Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, ji Serokwezîrê Îraqê xwest ku piştigiriyê bide aramiya Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li New Yorkê civiyan.

“Piştgiriyê bide aramiya Herêma Kurdistanê”

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Antony Blinken ji Mihemed Şiya Sûdanî xwestiye ku piştigiriyê bide aramî û bihêzbûna Herêma Kurdistanê.

Antony Blinken herwiha di civînê de da zanîn ku Amerîka ji bo vekirina Xeta Petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê piştgiriyê dide.

Blinken ji Sudanî xwest ku hevahengiya bi Hewlêrê re bidomînin û ji bo pêşxistina çavkaniyên enerjiyê jî hewl bidin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê, Antony Blinken bal kişandiye ser berdewamiya hevkariya di navbera Amerîka û Îraqê de.

Li aliyê din, Antony Blinken daye zanîn ku Amerîka piştgiriyê dide Îraqê da ku paşeroja wê aram be. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst