Li Rojhilatê Kurdistanê kampanyaya paqijkirina gundan dest pê kir

25-03-2024
RÛDAW
Li gundê Şayinê yê navçeya Kamêrana Sineyê jî ew kampanya hat lidarxistin
Li gundê Şayinê yê navçeya Kamêrana Sineyê jî ew kampanya hat lidarxistin
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Kampanya Paqijkirina Gundan Jîngeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hatina biharê re li çend gundên Rojhilatê Kurdistanê şêniyên gundan li gel jîngeparêzan bi navê “rojek ji bo siruştê” dest bi kampanyaya paqijkirinê kir.

Bi hatina Newrozê û demsala biharê re li çend gundên Rojhilatê Kurdistanê şêniyan gundan li gel jîngeparêzan dest bi paqijkirina gundên xwe kir.

Li gundê Şayinê yê navçeya Kamêrana Sineyê jî ew kampanya hat lidarxistin.

Şêniyên gundê Şayinê wekî sembola biharê û nûbûnê dixwazin gundên xwe jî pak û nû bikin.

Li gundê Yengîciyê yê Merîwanê jî kampanyaya paqijkirinê tê lidarxistin.

Li bajarê Merîwanê paqijkirina gundan êdî dibe wekî nêrîtekê.

Lewre Encûmena Kesk a Çiya ya Merîwanê 11 sal in pêşengiya vê kampanyayê dike û dixwaze ev kampanya bibe kulturek.

Îsal ne tenê li gundên Merîwan û Kamêranê li gundê Heqeyê yê Dêwlanê jî kampanyaya paqijkirina gund hat lidarxistin.

Çalakvanên Encûmena Kesk a Çiya ku bi armanca 36 saliya Komkujiya Helebceyê hatibûn Herêma Kurdistanê, babeta paqijkirina gundan bi bîra çalakvanên jîngeha Pêncwênê jî xist.

Zibilê herî zêde yê gundan plastîk e.

Plastîk li ser asta cihanê jî kêşeyeke mezin a jîngehê ye.

Di lîsteya zibilê plastîk de Îran li ser asta cîhanê di rêza 20em de cih digire.

Li gorî amarên fermî her sal li Îranê nêzîkî 4 milyon plastîk li nav jîngehê belav dibe.

Hinek zibilên pastîk bi sedan salan li nava jîngehê dimînin û di wê demê de ew plastîk, jîngeh, av, ax û hewayê pîs dikin û metirsiyê li ser jiyana mirovan çêdikin.

Xemxurên jîngeha gundan, dixwazin rê li ber wê hareketê bigirin û rê nedin jîngeh bibe metirsî li ser tenduristî, av, hewa û axa wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst