Meha borî 2 kolber hatine kuştin û 9 kes jî birîndar bûne

02-07-2023
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Kolber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Mafên Mirov a Kurdistanê belav kiriye ku meha Hezîrana borî herî kêm 2 kolber li navçeyên sînor ên Rojhilatê Kurdistanê bi gulleyên hêzên serbazî yên Îranê canê xwe ji dest dane û 9 kesên din jî birîndar bûne.

Ji 9 kolberên birîndar, 8 ji wan bi gulleyên hêzên serbazî yên Îranê birîndar bûne û kesek jî ji ser çiyê ketiye xwarê.

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê rapora rewşa mafên mirov di meha Hezîranê de belav kir û dibêje: “37 welatiyên sivîl ên xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hatine desteserkirin û 10 kes jî cezayê girtîgehê li ser wan hatiye ferzkirin.

Ji wan 37 kesên desteserkirî, 5 kes çalakvan bûn û kesek jî nûciwanekî 16 salî bûye. Yên ku hatine girtin jî 2 mamostayên olî bûne û cezayê wan jî ji şeş meha heta 15 salan bûye.

Li gor wê raporê, 7 kesên desteserkirî bi tohmetên cuda hatine darvekirin, 2 jin hatine kuştin û 2 karkeran jî ji ber bûyerên kar canê xwe ji dest dane.

Herdû jinên ku hatine kuştin, xelkê bajarê Dîwandere ser bi parêzgeha Sine û Îlam bûne û ji aliyê bira û bavên xwe ve hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst