PJAKê derbarê operasyonên Supaya Pasdaran de daxuyaniyek belav kir

19-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê PJAK Kosalan Supaya Pasdaran YRK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) êrîşa Supaya Pasdarên Îranê ya li ser herêma Kosalan a parêzgeha Sinê şermezar kir û got “Şer ne çareseriya rasteqîn a pirsgirêkan e.”

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) derbarê operasyonên Supaya Pasdarên Îranê yên li Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.

PJAK di daxuyaniya xwe de dibêje “Leşkerkirina Rojhilatê Kurdistanê qeyranan mezintir dike û rewşa Kurdan xirabtir dike.”

Herwiha PJAK di daxuyaniyê de diyar kir ku Supaya Pasdaran bi awayeke rêkxistî jîngeha Kosalan ji nav dibe û hewl dide ku binkeyên leşkerî ava bike.

Fermandarê Qerergeha Hemze ya Seyîd Şuheda Mihemedteqî Usanlu di 13ê Hezîrana 2023yan de diyar kiribû ku li herêma Kosalanê ji bo nehîştina “endamên komên dijberê şoreşê” operasyon hatiye destpêkirin û “Heta nehîştina kesê dawî dê operasyon berdewam bikin.”

Fermandehiya Yekîneyên Parastina Rojhlatê Kurdistanê (YRK) ku baskê serbazî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye roja Înê di 16ê Hezîrana 2023yên de di derbarê operasyonên Sûpaya Pasdarên Îranê yên li navçeya Kosalanê ya bajarê Sewlawa yê parêzgeha Sinê de daxuyaniyek belav kiribû û tê de ragihandibû ku êrîşên bejahî û esmanî yên hêzên Îranê yên li dijî gerîlayên PJAKê berdewam in.  

Herwiha li gorî daxuyaniyekê li hinek cihan di navbera gerîlayên PJAKê û hêzên Îranê de şer derketine û di encamê de hejmarek leşkerên Îranî hatine kuştin û hejmarek leşker jî birîndar bûne.

Li aliyê di YRK ragihand ku ti ziyanek negihîştiye gerîlayên wan lê ji ber operasyonê jîngeh û xwezaya herêma Kosalanê zirareke mezin dîtiye û bandoreke neyînî li ser jiyana xelkê herêma Hewramê kiriye.

Supaya Pasdarên Îranê di 12ê Hezîrana 2023yan de li dijî PJAKê operasyona dabû destpêkirin. Roja Çarşemê 14-06-2023yan, Fermandariya Qerergeha Hemze û Fermandariya Sûpaya Pasdaran li parêzgeha Sinê ragihandibû ku hêzên wan hin deverên "giring û stratejîk" ên herêmê kontrol kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst