Heciyekî din ê Rojhilatê Kurdistanê li Mekkeyê koça dawî kir

12-07-2023
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Sine Heciyên Kurd Mekke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Hecê li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand, şeşemîn heciyê xelkê wê parêzgehê li Mekkeyê koça dawî kiriye.

Li gor Berpirsê Hecê yê parêzgeha Sineyê, Kawa Şêrzadî, ew hecî navê wî Elî Necîbî ye û temenê wî 84 sal bûn û xelkê bajarê Sine ye.

Ew heciyê Kurd roja Sêşemê 11ê Temûza 2023yan koça dawî kiriye.

Kawe Şêrzadî dibêje, germaya îsal li Siûdiye ji ya 25 salên bihorî zêdetir bû û ev yek jî bûye sedema nexweşketina hejmareke zêde ya haciyan.

Li gor amarên fermî, îsal ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê 87 hezar û 550 kes çûne hecê, ku 1340 kes ji wan ji parêzgeha Sineyê bûn.

Di merasima heca îsal de 9 heciyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kirine ku 6 ji wan xelkê Rojhilatê Kurdistanê ne û ji bajarên Sine, Bane, Dîwandere, Merîwan û Riwanser ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst