Fuad Onen: Ozdemîr Paşa çû lê Sirri Paşa hat

2 demjimêr berê
RÛDAW
Fuad Onen bû mêvanê bultena Rûdawê/Wêne: Rûdaw Grafîk
Fuad Onen bû mêvanê bultena Rûdawê/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Fuad Onen Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar û nivîskar Fuad Onen li ser pêvajoyeke nû ya çareseriyê got, “Doh jî pêvajoya çareseriyê nebû û îro jî nîne. Dewleta Tirk rasterast midaxeleyî siyaseta Kurdan dike.”

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî doh di civîna koma partiya xwe de got, “Bila Ocalan were li parlamentoyê biaxive.”

Gotinên Bahçelî ji pêr ve mijara sereke ya rojeva Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne.

Hinek alî, bi taybetî jî nijadperestên Tirk bertekên tund nîşan didin û hinek alî jî van gotinan bi awayekî erênî dinirxînin.

Siyasetmedar û nivîskar Fuad Onen beşdarî bultena Rûdawê bû li ser mijarê bersiva pirsên Dildar Herkî da.

“Ditirsin ku dewletbûna Kurdistanê têkeve rojevê”

Siyasetmedar û nivîskar Fuad Onen li ser cidiyeta pêvajoya nû ya çareseriyê anî ziman:

“Pêvajoyeke çareseriyê yan jî ya aştiyê li holê nîne. Doh jî pêvajoya çareseriyê nebû û îro jî nîne.

Dewleta Tirk rasterast midaxeleyî siyaseta Kurdan dike. Di ser Ocalan re midaxeleyî Qendîlê kir, di ser Devlet Bahçelî re jî midaxeleyî DEM Partiyê kir.

Ev kar di rojekê de nehatiye rojevê, bi baweriya min ji serê salê ve danûstandin bi Îmrali û Qendîlê re hebûn.

Çima îro derket holê? Dema Parlamentoya Tirkan nû vebû Erdogan got, piştî Libnanê hedefa Îsraîlê, Tirkiye ye.

Dema ku serokê dewletekê bêje, dewletek me tehdît dike, divê karvedanek di nava civakê de derkeve lê wiha nebû, kesî bawer nekir.

Wan got, di parlamentoyê de rûniştineke girtî çêbikin, ji wê jî tiştek derneket. Rasterast gefeke Îsraîlê ya li ser Tirkiyeyê nîne.”

Fuad Onen li ser armanca Tirkiyeyê ya ji pêvajoyeke nû ya çareseriyê got:

“Dema em qala siyaseta dewleta Tirkiyeyê dikin, divê em desthilatê û dewletê ji hev cuda bikin. Tişta ku ez qala wê dikim hişmendiya vê dewletê ye.

Dewlet wiha difikire ku Îsraîl piştî Libnanê heger Amerîka jî piştgiriyê bide li ser taximeke Sûriye, Îraq û Îranê bibe hedefa Rojavayê (Brîtanya, Amerîka, Îsraîl) û ev her sê dînamîkeke Kurdistanî ya xurt di parçeyên Kurdistanê yên ku van her sê dewletan dagir kiriye de hene.

Ew ditirsin ku dewletbûna Kurdistanê têkeve rojevê. Vê ji xwe re wekî mijara man û nemanê dibînin.”

Onen li ser pirsa “Kurd dikarin çi bikin di vê meseleyê de?” anî ziman:

“Niha îro dewleta Tirkiyeyê jî dewleta Îranê jî li sê parçeyên Kurdistanê şerekî tund û dagirkerane dimeşînin.

Ev dijminatî ye, siyaseta Kurd jî li hember van hicûmên dagirker û jenosîdkar, divê bi hiqûqê dijminatiyê li van dewletan binêre.

Ne ku bêjin, em dê bi van dewletan rûnin, hişê wan kêm e, em dê wan tê bigihînin, em dê vê meseleyê bi guftûgoyan çareser bikin. Tiştekî wisa ne berê çêbûye ne jî wê ji niha pê ve çêbibe.

Ev danûstandinên hundirê siyaseta Tirkiyeyê. Bahçelî behsa çareseriya Pirsa Kurd nake.”

“Ozdemîr Paşa nîne lê îro Sirri Sureya Onder Paşa heye”

Fuad Onen her wiha da zanîn:

“Divê siyaseta Kurdan û ciwanên Kurd bi taybetî, dersê ji dîroka nêzîk wergirin.

Dewleta Osmaniyan di ser Ozdemîr Paşa re hêzeke operasyonê şand Başûrê Kurdistanê.

Tekane armanca wan çi bû, Îngilîz dixwazin ji Kurdan re dewletekê ava bikin, divê Kurd û Îngilîzan bînin hemberî hev.

Di temamê serhildanên Kurdan de midaxeleyê dewletê bi vî karî heye.

Îro yekî wekî Ozdemîr Paşa li piyaseyê nîne lê îro Sirri Sureya Onder Paşa heye. Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkan e.

Di pêvajoya 2013-2015an de got me erka partiyê bi cih neaniye û me erka dewletê bi cih aniye.

Wî jî terfî kir, bû Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkan.

Gelek kadroyên di nava me de li ser navê dewletê van karan dikin, divê berê em van baş bibînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst