Malbata Şenyaşaran piştî 6 salan li Sirûcê şîna xwe danî

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Malbata Şenyaşaran Sirûc
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata Şenyaşaran piştî 6 sal û 4 mehan ji bo Hacî Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar şîn danî.

Ji bo Hacî Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar li navçeya Sirûcê ya Rihayê şîn hat danîn û Emîne Şenyaşar û kurên wê Ferît û Fadil Şenyaşar sersaxiyan qebûl dikin.

Hacî Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar 14ê Hezîrana 2018an di êrişa zêrevan û xizmên Parlamenterê berê yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz de canê xwe ji dest dabû.

Roja 19ê Çiriya Pêşînê Fadil Şenyaşar û kesên ji malbata Yildizan ku piştî bûyerê hatibûn girtin hatin berdan.

Gelek nûnerên saziyên sivîl û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, birayê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, parlamenterên DEM Partiyê û hevşaredar beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.

Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar behsa bûyera sala 2018an kir.

“Têkoşîna dayîka min Sirûc di rojevê de hişt”

Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar got:

"Me wê demê şîna xwe dananîbû, îro em bi hev re datînin.

Sirûc xwedî girîngiyeke mezin e, li vir 33 rêwiyên xeyalan hatin qetilkirin.

Têkoşîna dayîka min Sirûc di rojevê de hişt.

Dayê nîşan da ku bi berxwedanê encam tê girtin.”

Emîne Şenyaşarê jî li ser girtiyan anî ziman:

“Heta niha jî kesên bêguneh di girtîgehan de hene.

Hêvîdar im ku edalet were bicihanîn û her kesê ku bi neheqî di girtîgehan de ne di demeke kurt de werin berdan.”

Malbatê heta saet 17:00an sersaxî qebûl kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst