Mesrûr Barzanî bangî hemû aliyan kir: Em rêzên xwe bikin yek

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serokwezîr Mesrûr Barzanî Zanîngeha Kurdistan - Hewlêrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Merasîma Derçûnê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî bangî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir û ji wan xwest ku ji bo avakirin pêşxistinê divê hemû rêzên xwe bikin yek.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îşev tevlî ahenga derçûnê ya xwendekarên Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê bû û di ahengê de gotarek pêşkêş kir.

Mesrûr Barzanî da zanîn ku ahenga derçûnê di jiyana xwendekarên derçûyî û malbatên wan de kêlîkên

Mesrûr Barzanî hêvî xwast ku xwendekar ji bo pêşeroj û geşbûna Herêma Kurdistanê roleke girîng wergirin.

Mesrûr Barzanî bal kişand ser hilbijartinên Parlamantoya Kurdistanê û tekez kir ku niha di qonaxa amadekariyan de ne ji bo pêkanîna nû ya Herêma Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî bangî aliyên siyasî jî kir û wiha berdewam kir:

"Me di hefteyê de di hilbijartinan serkeftinek bi dest xist. Gelê me dîsa erkê me nû kir.

Ez ji hemû aliyan dixwazim ku ji bo projeya me ya niştîmanî ji bo avadankirin û pêşxistina welat bi rêya bikaranîna şiyanên dezgehên perwerde û fêrkariyê bên cem me.

Hevhelwestbûna li ser giringî û berdewamiya warên xwandin û fêrkirinê me dike hêzeke xweragir.

Niha jî derfeteke nû heye ji bo ku em rêzên xwe bikin yek.  Erkê hikûmeta nû ye ku rû bi rûyê pirsgirêkan bibe û hemû pirsgirêkan çareser bike.”

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku Herêma Kurdistanê her dem li Rojhilata Navîn cihê îstiqrarê bûye û dê wisa bimîne.

Mesrûr Barzanî her wiha anî ziman:

“Rêxistina helwêstê hevbeş li ser giringî û geşepêdana xwendinê, dê me bike hêzeke têkneçûyî. Niha derfeteke nû heye ku em refên xwe bikin yek."

Mesrûr Barzanî diyar kir ku nêzîkî 700 hezar karmend derbasî projeya “Hesaba Min” bûne da ku bi rêya bankayê mûçeyên xwe werbigirin.

Mesrûr Barzanî bal kişand ser giringiya sektora çandiniyê ji bo pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê û tekez kir ku dê hewlên pêşxistina çandiniyê berdewam bikin.

Mesrûr Barzanî soz da derçûyan jî ku dê piştevaniya hemû projeyên nû yên derçûyan bikin, çi di saziyên dewletê û çi jî di sektora taybet de bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst