Parêzerên Ocalan: Hevdîtin dê rê li ber çareseriyê vekin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Buroya Hiqûqê ya Asrinê Abdullah Ocalan Omer Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerên Abdullah Ocalan li ser hevdîtina wî ya bi Omer Ocalan re got, “Hevdîtinên bi Ocalan re dê rê li ber aştî û lihevkirina demokratîk veke.”

Buroya Hiqûqê ya Asrinê li ser hevdîtina Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a bi Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê û biraziyê wî Omer Ocalan re daxuyaniyek belav kir.

Parêzerên Abdullah Ocalan anî ziman:

“Muwekîlê me Abdullah Ocalan û biraziyê wî Omer Ocalan doh di çarçoveya hevdîtina malbatê de hevdîtinek pêk anî.

Ev serdana ku 4 sal û nîv piştî serdana dawî ya malbatê (03.03.2020) pêk hat, divê wekî yên berê ne tenê û bisînor be, bidome.”

Buroya Hiqûqê ya Asrinê di daxuyaniyê de her wiha da zanîn:

“Encamdana hevdîtina parêzer û malbatên Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên bi rêkûpêk pêwîstiya destûr, qanûn û peymanên navneteweyî ye.

Dîsa hevdîtinên bi rêkûpêk ên bi Birêz Ocalan re ku hêza wî ya teorîk û pratîkî heye pêvajoyê ji qada pevçûn û şidetê veguherîne qada qanûnî û siyasî, dê rê li ber çareseriya pirsgirêkên siyasî û civakî yên li Tirkiye û herêmê yên bi diyalog, aştî û lihevkirina demokratîk veke.

Di vê çarçoveyê de em dubare dikin ku divê dawî li binpêkirinên sîstematîk ên mafên mirovan ên li Îmraliyê were anîn.

Mafê malbat û parêzeran ku ji 7ê Tebaxa 2019an û vir ve li gorî Destûrê nayê dayîn, were dayîn.”

Abdullah Ocalan peyama xwe ya li ser rojeva dawiyê bi rêya Omer Ocalan şand.

Ji 3yê Adara 2020î ve bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtin nedihatin kirin.

Omer Ocalanê biraziyê Abdullah Ocalan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê bi rêya hesabê xwe yê Xê da zanîn ku ew doh çûye girava Îmraliyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst