KCKyê li ser Ocalan û pêvajoya nû daxuyanî da

2 demjimêr berê
Nîşan KCK Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Pêvajoya Çareseriyê Omer Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKyê diyar kir ku ew dê bi hemû awayî pabendî helwestên Abdullah Ocalan bin û muxatabê pêvajoyê Ocalan e.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser hevdîtina Omer Ocalan û Abdullah Ocalan pêşhatên pêvajoya çareseriyê daxuyaniyek belav kir.

KCKyê di daxuyaniyê de diyar kiriye ku tecrîd dewam dike  û heta şert û mercên Abdullah Ocalan neyên guhertin ne mumkun e di warê çareseriyê de pêşketin pêk werin.

“Ocalan îradeya me ye”

KCKyê amaje bi hevdîtina Omer Ocalan û Abdullah Ocalan a doh kir û wiha got:

“Di meha Çiriya Pêşîn de roja Çarşemê bi Rêber Apo re hevdîtinek pêk hat. Hin peyamên ku Rêber Apo dixwest bi raya giştî re were parvekirin hatin parvekirin.

Piştî pênc salan hevdîtina bi Rêber Apo re pir girîng e. Di vê hevdîtinê de agahîgirtina ji Rêber Apo me, gelê me û dostên me gelekî kêfxweş kir.

Wekî ku Rêber Apo jî diyar kiriyetecrîd nehatiye rakirin û didome.

Rêber Apo bi zelalî diyar kir ku ew dê berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bîne û anî ziman ku heger şert û merc pêk werin ew dê di çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd de rola xwe bilîze.

Divê ev helwest ji aliyê her kesî ve baş were fêmkirin.

Ji bo vê jî beriya her tiştî şert û mercên tenduristî, ewlehî û xebatê bên avakirin. Heta ku ev şert û merc pêk neyên, bi Rêber Apo re şert û mercên diyalog û danûstandinên lezgîn neyên avakirin, ne raste ku mirov li bendê be ku Rêber Apo rola xwe bilîze û bi niyeta baş nayê nirxandin.

Em hevdîtinê erênî dibînin lê belê tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî nebûye. Tecrîd didome. Rêber Apo jî diyar kir ku tecrîd didome.

Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bi temamî neyê rakirin û şert û mercên tenduristî, ewlekarî û xebatê yên Rêber Apo neyên avakirin, ne mumkun e ku mirov behsa pêşketinê bike.”

Muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Rêber Apo ye.

Em vê nêzîkatiyê careke din tekez dikin. Gelê Kurd bi hemû sazî û pêkhateyên xwe ve wê pêvajoya ku Rêber Apo bi pêş bixe esas bigire.

Rêber Apo îradeya tevgera me û gelê me ye û muxatab û muzakerevanê çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurd e.

Di vê mijarê de nêzîkatî û helwesteke cuda nîne. Tevgera me bi hemû pêkhateyên xwe wê li gorî pêvajoya ku Rêber Apo pêşxistiye tevbigere.”

“HPG dê li ser êrişa Enqereyê daxuyaniyê bide”

KCKyê amaje bi êrişa doh a Enqereyê jî kir û li ser êrişê jî wiha got:

“Tê gotin ku çalakiya ku li Enqereyê pêk hatiye ji aliyê tevgera me ve hatiye kirin. Heger ku ev çalakî ji aliyê hêzên me ve hatibe kirin, dê HPG daxuyaniya pêwîst bide.

Wekî ku tê xwestin ku wisa bê xuyakirin, teqez ti eleqeya vê çalakiyê bi pêvajoyê tê pêşxistin re nîne.

Ji ber vê çalakiyê hedefgirtina herêmên parastina Rojava, Şingal û Herêmên Paratinê yên Medyayê bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Bêyî ku cudahiyê têxin nava hedefan êrîşî  gund û bajarên Rojava kirin, gel rasterast hedef hat girtin.

Cihên jiyanê yên gel, depoyên xwarin û avê, stasyonên ceyran û enerjiyê, bendav, nanpêjxane, nexweşxane kirin hedef.

Di van êrîşan de gelek sivîlên ku em hejmara wan nizanin jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn. “

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst