SIRÛC - Malbatên Şenyaşaran û Yildizan dê li hev werin?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Malbata Şenyaşaran Malbata Yildizan Sirûc
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbatên Şenyaşaran û Yildizan ên ji Sirûcê roja yekşemê li Sirûcê bi xwarineke aştiyê li hev werin.

14ê Hezîrana sala 2018an beriya hilbijartinan bi 10 rojan dema bangeşeya hilbijartinan Hecî Eswet Şenyaşar, kurên wî Adil û Celal li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ji aliyê zêrevan û xizmên Parlamenterê berê yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin.

Di heman bûyerê de birayê Yildiz, Mehmet Şah Yildiz jî hatibû kuştin.

Bi salan Emîne Şenyaşara ku hevjîn û du kurên wê di bûyerê de hatin kuştin li ber Dadgeha Rihayê, Wezareta Dadê û Parlamentoya Tirkiyeyê Nobeta Edaletê girt.

Roja 19ê Çiriya Pêşînê Fadil Şenyaşar û kesên ji malbata Yildizan ku piştî bûyerê hatibûn girtin hatin berdan.

Piştî salan malbata Şenyaşaran biryar da ku bi berdana Fadil Şenyaşar şîna kesên ku ji malbata wan hatine kuştin girê bidin.

Li gorî agahiyan bi navbeynkariya DEM Partiyê û AK Partiyê biryar e roja yekşema her du malbatên di wê bûyerê de bûbûn dijmin bi xwarineke aştiyê li hev werin.

Tê gotin ku Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz, Serokwekîlê Parlamentoyê yê AK Partiyê Bekir Bozdag, Serokwekîlê Parlamentoyê yê DEM Partiyê Sirri Sureya Onder û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk beşdarî xwarina aştiyê dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst