Serpêhatiya girtiyekî Sultan Muradê: 'Destên min şikandin û 3 rojan ez tazî hiştim'

1 demjimêr berê
RÛDAW
Hoşeng Eyub\ Rûdaw Grafîk
Hoşeng Eyub\ Rûdaw Grafîk
Nîşan Sultan Murad Opozîsyona Sûriyê Enqere Stenbol Hoşeng Eyûb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Welatiyê bi navê Hoşeng Eyûb diyar kir ku ew Tirkiyeyê hatiye girtin û salekê û 6 mehan di girtîgehên Sultan Muradê de maye.

Hoşeng Eyûb Kurdekî ji Qamişlo ye yê ew şêniyê Almanyayê ye.

Ew Çiriya Paşîna 2022yan ji Almanyayê diçe Tirkiyeyê dixwaze demekê bi xizmên xwe yên li Tirkiyeyê re bimîne.

Eyûb li Stenbolê ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyeyê ve tê girtin û ji Stenbolê sewqî Enqereyê tê kirin.

Hoşeng Eyûb ji Enqereyê jî sewqî El Babê û ji El Babê jî sewqî Girê Spî hatiye kirin.

Hoşeng Eyûb bû mêvanê Bultena Rojava ya Rûdawê û behsa serpêhatiye xwe kir.

Li gorî gotina Hoşeng Eyûb ew 40 rojî li Girtîgeha Enqereyê dimîne û piştre hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê wî dibin bajarokê Hewar Kilîsê yê li bakurê El-Babê.

Hoşeng Eyûb amaje bi wê yekê jî kir ku ji Hawar Kilîsê ew sewqî Girê Spî hatiye kirin û li wir di girtîgehê de maye.

Li gorî gotina Hoşeng Eyûb ew 6 mehan li bajarokê Hawar Kilîsê û 8 mehan jî li Girê Spî di girtîgehê de maye.

“Ji ber ku ez bi xizmên xwe re axivîm hatim girtin”

Hoşeng Eyûb behsa sedema girtina xwe kir û wiha got:

“Ez bi vîzeyê ji Almanyayê hatim Tirkiyeyê.

Li Stenbolê li otelekê bi lêdanê ez birim otomobîlekê û ji wir jî bi lêdana ez birim Enqereyê.

Pê li min dikirin, bê sûc ez hatim girtin. Lêpirsîn bi min re kirin, wan 3 rojan ez tazî hiştim.

Ne ez tenê gelek Kurdên me bê sûc hatine girtin û bi salan di girtîgehê de tên hiştin.

Ji min re digotin, tu bi terorîstan re diaxivî. Ma ez bi kê re axivîme, ehlên me hene li Qamişloyê ez bi wan re axivîme.

Yanî ez bi xizmên xwe yên li Qamişloyê re bipeyivim tê wê wateyê ku ez bi terorîstan re diaxivim?

Tiştek li ser min nîne. Ez însanekî di halê xwe de me, ti pêwendiya min bi siyasetê re nîne.

Ez 40 rojî li Enqereyê mam. Şkence li min hat kirin, destê min şikandin.“

“Gelek Kurd di girtîgehan de hene”

Hoşeng Eyûb li ser veguhastina xwe ya ji Enqereyê ya El-Babê jî wiha got:

“Çekdarên Sultan Muradê di bin kontrola MÎTa Tirkiyeyê de ye.

MÎT komên çekdar bi rê ve dibe. MÎTê ez birim Hawar Kilîsê û ez 6 mehan li wir di girtîgehê de mam.

Piştî 6 mehan MÎTê ez birim Girê Spî û 8 mehan jî li wir di girtîgehê de mam.

Gelek jin û zarokên Kurd di Girtîgeha Girê Spî de hene.

Ji Dêrikê, Amûdê, Dirbêsiyê gelek kes di girtîgehê de ne.

Di nava çekdaran de jî gelek Kurd hene û di nava MÎTê de jî Kurd hene.

Di nava hêzên Sultan Muradê de jî min Kurd dîtin û ez bi wan re bi Kurdî peyivîm.

Tiştekî min nîne û ez hatim berdan. Hemû belgeyên min, pasaporta min di destê Tirkiyeyê de ne.

Parêzerên min li ser dosyaya min dixebitin. Ez dê vegerim Almanyayê.

Heger ez vegerim Almanyayê li Fransayê ez dê dozê li Tirkiyeyê vekim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst