Şaredariya Rihayê dest danî ser pankarta Malbata Şenyaşar

24-10-2022
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Rihayê Malbata Şenyaşar Pankart
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê pankarta malbata Şenyaşar ku li ser nivîsiye “Bo malbata Şenyaşar edalet” ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ve hat rakirin ku di destê AKPê de ye.

Malbata Şenyaşar îro 24ê Cotmeha 2022ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi peyamekê ragihand ku Şaredariya Rihayê dest daniye ser pankarta wan a li cihê çalakiyê û dibêje: “Îro dest danîn ser pankarta me. Lê yên dest danîne ser ne polîs in lê tîmên zabite yên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin in. Hemû xelkê Rihayê vê zilma li ber deriyê dadgehê dişopîne. Li vê çepera zilmê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Zeynel Abidin Beyazgul jî lê zêde bû.”

Hevserokê rêxistina HDPê ya Rihayê parêzer Ahmet Atiş jî derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê Twîtterê nerazîbûn nîşan daye û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Zeynel Abidin Beyazgul etiket kiriye û got: “Tîmên zabite yên girêdayî şaredariyê dest danîne ser pankarta malbata Şenyaşar ku li ser nivîsandiye bo malbata Şenyaşar edalet. Ew pankart ji we re qiyasek mezin e. Hun berî her tiştî derbarê îdîayên gendeliyê yên derheqê şexsê xwe de hesab bidin xelkê Rihayê.”

Li navçeya Sirûcê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn. Kurekî Emîne Şenyaşar li dikana xwe û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Herwiha di bûyerê de birayekî Îbrahîm Halil Yildiz jî hatibû kuştin.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar piştî vê bûyera ku heta niha jî tawanbar nehatîne cezakirin ev 596 roj in li ber Dadgeha Rihayê di Nobeta Edaletê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst