Gelo dê li Rihayê navên Kurdî vegerin?

10-09-2024
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Partiya Yenîden Refahê Navên Kurdî Şaredariya Rihayê
A+ A-

Hewlêrê (Rûdaw) - Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê yê Partiya Yenîden Refahê Parêzer Ahmet Tuysuz, ji bo vegerandina navên Kurdî pêşniyarnameyek pêşkêşî Meclisê kir.

Parêzer Ahmet Tuysuz di civîna 9ê Îlona de pêşniyarnameya vegerandina navên Kurdî pêşkêşî Meclisa Şaredariyê kir û xwest li gel navên Tirkî navên gundan ên Kurdî û Erebî jî bên nivîsandin.

“Dixwazin navên Kurdî ji dîrok û bîra milet bibin”

Ahmet Tuysuz di pêşniyarnameyê de wiha nivîsiye:

“Navên Kurdî di encama Destûra Derbeyê de bi armanca asîmîlasyonê hatine guhertin û dixwazin ji bîr û dîroka milet bibin.

Navên Tirkî û yên çêkirî ji aliyê civakê ve nehatine qebûlkirin û ji ber vê yekê jî gelek pirsgirêk derdikevin.”

Tuysuz derbarê mijarê de ji Rûdawê re got:

“Min pêşniyara vegerandina navên Kurdî kir û me xwest dengdan bê kirin.

Lê Serokwekîlê Meclîsa Şaredariyê biryar da ku pêşniyarname ji Serokatiya Daîreya Veguhastinê re bê şandin û dengdan nekir.

Dixwazin mijarê sar bikin lê ez dê bi Serokatiya Daîreya Veguhastinê re hevdîtinê bikim û mijarê bişopînim.

Ne tenê navên Kurdî, divê navên Erebî jî bêne vegerandin.”

Endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê her wiha got ku ew dixwazin navên Kurdî ji bîra milet bibin û ji ber vê yekê jî di nav civakê de pirsgirêkên mezin çêdibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst