Ji ber girtina deriyê Pêşabûr-Sêmalka bûk û zava nikarin bigihîjin hev

24-05-2023
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Deriyê Pêşabûr-Sêmalka Bûk û Zava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku 20 vê mehê deriyê sînorê yê Pêşabûr-Sêmalka heta demeke ne diyar hat girtin, vê yekê bandor li ser gelek warên jiyanê yê xelkê Rojavayê Kurdistanê kiriye. Yek ji wan jî hatina bûkan e. Dilovan û Şînda biryar dabûn ku 1 Hezîranê bizewicin lê ji ber ku derî hat girtin, keyfa wan neçû serî.

Biryar bû piştî heftiyeke din Dilovan Celal cilûbergên zavatiyê li ber xwe bike, lê girtina deriyê Pêşabûr-Sêmalka bû kelem li pêşiya vê hêviyê.

Berî 3 mehan Dilovan, keça meta xwe Şîndayê ji xwe re xwestibû û hemû amadekarî jî kirine, tenê li benda bûkê mabû. Girtina deriyê Pêşabûr–Sêmalka hemû pilanên wî têk birin.

Zava Dilovan Celal “Min hemû amadekariyên deweta xwe kirine û biryar bû li 1 meha Hezîranê dewetê bikin, lê girtina derî bû rêgir li ber me.”

Zêdeyî 8 sal e malbata Dilovan ji bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê penaberî Herêma Kurdistanê bûne û li kampa Kewrgoskê dimînin.

Diya Dilovan li bendê bû ku di sere mehê de pêşwaziyê li yekem bûka malê bike, lê keyfa wê neçû serî.

Malbatê hemû belgeyên bûka xwe jî li aliyê Rojavayê Kurdistanê amade kirine.

Bavê zavê Celal Îsa dibêje “Me hemû amadekariyên xwe ji aliyê belgeyan ve amade kiribû weku girêbesta hevjîniyê, lê girtina dergehê Pêşabûr - Sêmalka bû rêgir li ber hatina bûka me. Divê ev dergeh li pêşiya rewşên mirovî were vekirin, bi taybet nexweşiyên giran.”

Di 20 vê mehê dergehê Pêşabûr-Sêmalka heta demeke nediyar hat girtin. Derî ji bo rewşên mirovî, îqameyên Ewropî, rêxistinên navdewletî û bazirganiyê vekirî bû. Bi girtina wê bandor li xelkê Rojavayê Kurdistanê yên li her du aliyan dike.

Bi girtina deriyê Pêşabûr-Sêmalka, hemû halet û curên çûnûhatinê hatine rawestandin, yek ji wan haletan veguhestina bûkan ji Rojavayê Kurdistanê bo Herêma Kurdistanê ye.

Ji destpêka vê salê û ta niha 22 bûk ji Rojavayê Kurdistanê hatine veguhestin bo kampa Kewrgosk, herweha 12 bûkên din jî li bendêne ku dergehên sinûrî li pêşiya wan were vekirin û ew jî werin veguhestin bo destgirên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst