Bûk û zava guh nadin germahiyê

11-08-2024
RÛDAW
Bûka û zavayek li Mêrdînê / Wêne: AA
Bûka û zavayek li Mêrdînê / Wêne: AA
Nîşan Mêrdîn Amed Germa Dawet Bûk û Zava Wêne
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Amed û Mêrdînê bûk û zava guh nadin germahiya zêde û wêneyên xwe yên dewatê li şûna studyoyan li derve digirin.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê germahî car caran ji 40 pileyî derbas dibe û bandoreke neyînî li ser jiyanê dike.

Mêr û jinên ku dizewicin ji bo bextewariya xwe bi wêneyan bigîhînin paşerojê guh nadin germê, diçin cihên hêşîn û avahiyên dîrokî yên wek Mizgefta Mezin, Koşka Xazî, Baxçeyên Hevselê, Sûrên Amedê û Pira Dehderî ku dîmenên xweş bi dest bixin.

Cihên dîrokî yên li Mêrdînê şahidiya demên xweş dikin

Yusuf Gokmenê bi Duygu Sîncarê re zewicî diyar kir ku wan cihên dîrokî yên li Mêrdînê ji bo wêneyên dawetê hilbijartine.

Yusuf Gokmen wiha got:

"Em di binê germahiya 45 pileyî de wêneyan digirin lê hêja ye. Hawîrdora derve ji bo wênegirtinê çêtir e.

Ez ji hevjîna xwe pir hez dikim, ji ber vê yekê ez dikarim di binê 55 pileyî de jî wêneyan bigirim."

Ozlem Kuyumcuya bi Asim Tekîn re zewicî jî da zanîn ku ew li Rihayê dixebite lê ji bo wênegirtinê çûye Mêrdînê û kêfxweşiya xwe anî ziman.

Wênegir Musa Taş û Rustem Îçuz jî anî ziman ku bûk û zava dixwazin wêneyên xwe li derve bigirin.

Ozlem Sert û Beytullah Sert jî anî ziman ku di vê germê de cihên hêşîn ên li Baxçeyên Hevselê ji bo wênegirtinê xweş in û ew ji kesên din re jî pêşniyar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst