Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Êlihê de girt

24-04-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Êlih
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa DEM Partiyê ya Êlihê ragihand ku polîsan bi ser avahiya wan de girtiye.
 
Şaxa DEM Partiyê ya Êlihê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand, polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Êlihê de girtiye.
 
Polîsan avahiya partiyê dorpêç kiriye û niha di nav avahiyê de lêgerînê dikin.
 
Sedema biserdegirtina avahiya DEM Partiyê nehatiye eşkerekirin.
 
Berpirs û endamên DEM Partiyê yên Êlihê, îro bi armanca protestokirina zexta li ser medyaya Kurdî û girtina Makbule Ozera 81 salî civîna medyayê li dar xistibû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst