Dihate texmînkirin ku li Amedê xeniqiye, li Êlihê derkete holê!

18-08-2023
Nîşan Amed Farqîn Êlih Ciwan Windabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî 18 salî, piştî ku li navçeya Farqînê ya Amedê ketibû kanala avê winda bûbû.

Dihate texmînkirin ku ew ciwan xeniqiye lê li Êlihê li otelekê derkete holê.

Bûyerê, li gundê Canoyê yê navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê rû da.

Rojvan Çerkezogluyê 18 salî, 2 roj berê bi carekê re winda bû.

Piştî demekê cilên Rojvan li kêleka kanala avdaniyê hatin dîtin û hate texmînkirin ku Rojvan di kanalê de xeniqiye.

Xizmên wî û tîmên parastina sivîlan, rojekê di kanalê de lê geriyan lê piştre derkete holê ku li Êlihê ye.

Li gorî zanyariyan, polîsan tesbît kir ku karta krediyê ya Rojvan hatiye bikaranîn.

Piştî vê jî wan dest bi xebatan kir û Rojvan li Êlihê li otelekê hate dîtin.

Polîsan Rojvan ji Êlihê bir û ew da malbata wî.

Li gorî agahiyên ku ILKHAyê dane, ji ber ku wî nexwestiye karên zeviyan bike reviyaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst