Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê: Rejîma qeyûm dixwaze nasnameyeke sexte ji Kurdistanê re çêbike

14-03-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Êlih Qeyûm Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê Mesut Tekîk got, “Rejîma qeyûman dixwaze nasnameyeke sexte ji bajarên Kurdistanê re çêbike."

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31ê Adarê hilbijartinên xwecihî tên kirin.

Ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adara 2024an, li parêzgeha Êlihê ji bilî namzeda serbixwe Muazez Bektaşê, heft aliyên siyasî namzedên xwe diyar kirine.

Lê belê hevrikiya mezin di navbera sê aliyên sereke de ye ew jî DEM Partî, AK Partî û HUDA PAR e.

Li gorî amarên fermî yên sala 2023yan, nifûsa parêzgeha Êlihê ya giştî 620 hezar û 278 e.

Nifûsa navenda Êlihê jî 464 hezar û 649 e.

Li Êlihê di hilbijartinên 31ê Adarê de bi giştî mafê dengdanê yên 411  hezar û 11 kesan heye û li navenda bajêr jî mafê 310 û hezar 667 kesan heye.

DEM Partiyê ji bo hevserokatiya Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk û Mehdî Oztuzun kirin namzed.

Lê ji ber hinek bûyer û pirsgirêkên siyasî DEM Partiyê Mehdî Oztuzun ji hevserokatiya şaredariyê derxist.

AK Partiyê biryar da ku Adîl Sebatî Ceylan bibe namzedê wan ê Şaredariya Êlihê.

Li hêla din jî HUDA PARê jî Serkan Ramanlî kir namzed.

Çar aliyên din ên siyasî, CHP, ÎYÎ Partî, Partiya DEVA û Partiya Saadetê jî namzedên xwe diyar kirine.

Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê Mesut Tekîk bû mêhvanê bernameya Rûdawa Îro ya ku Niwêner Fatîh pêşkêş dike.

“Em dê şaredariyên Êlih û navçeyên wê bistînin”

Mesut Tekîk diyar kir ku xebatên wan ên ji bo hilbijartinên xwecihî bi başî bi rê ve diçin û got:

“Pir baş e, gelê me baş e, rêkxistina me dixebite, em bawer in ku em dê bi hejmareke bilind Êlihê û navçeyên wê bistînin.”

Mustafa Mesut Tekîk amaje bi rêjeya dengên DEM Partiyê/HDP yên hilbijartinên kir û got:

“Cara berê rêjeya dengên me ji sedî 66 bû, vê carê armanca me ji serdî 72 e, hejmara plaka Êlihê.”

“Bandora siyaseta me li ser dildarên partiyên din heye”

Derbarê bandora dengên HUDA PARê li ser dengên Dem Partiyê jî Mesut Tekîk got:

“Ti bandora ti partiyan li ser dengên me, civaka me, li ser welatparêzên Kurdistanê nabe.

Me tiştekî wisa neşopandiye, berovajî wê yekê bandora siyaseta me li ser dildarên partiyên din heye.”

Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya behsa rewşa bajêr a di bin desthilatdariya sîstema qeyûman de kir û got:

“Bi sedema danîna qeyûm, Êlih wêran bûye û tenê wek vîtrînekê xizmeta navenda bajêr hatiye kirin û tax û kolanên derdora bajêr di rewşeke gelekî xirab de ne.

Bi gotina Mesut Tekîk, qeyûm ne tenê di warê xizmetê de cudahiyê dike û xizmeta pêwîst pêşkêş nake di di heman demê de dixwaze nasnameyeke sexte ava bike.

“Rejîma qeyûm dixwaze nasnameya Kurdewarî lawaz bike”

Derbarê vê yekê Mesut Tekîk got:

“Rejîma qeyûm dixwaze li bajarê Kurdistanê çand û huner û zimanê Kurdî jî binpê bike.

Ew dixwaze nasnameyeke nû ya sexte ji bajarên Kurdistanê re çêbike, yanî ew nasnameya wê ya Kurdewar, em bêjin di hêla civakî, urfî, çandî û hunerî de dixwaze qels bike.”

“Planeke me ya zelal heye”

Tekîk têkildarî plan û projeyên DEM Partiyê yên ji bo Êlihê jî got:

“Em dê çend rojên din daxuyaniya xwe ya ku em dê li Êlihê çi bikin, ji raya giştî re biweşînin.

Yek em dê xizmetê, xizmeta paqijiyê, xizmeta parkan, ximzeta keskahiyê bikin û di warê aborî de em dê koordînasyonekê ava bikin.

Em dê ne tenê navenda Êlihê makyaj bikin. Planeke me ya zelal heye, planeke me ya makro heye.”

“Ti hêzek nikare nakokiyê bixe navbera me”

Li ser pirsgirêka di navbera DEM Partiyê û Mehdî Oztuzun de derketiye jî Mesut Tekîk got:

“Mehdî Oztuzun 10 rojan tevlî propaganda û çalakiyên hilbijartinê bû û di xebat û çalakiyên li gundan û taxan de jî her du berbijêr beşdar in.

Dibe ku hin dilşikestin çêbibin, lê belê em wek rêxistin, wek namzedên şaredariyê, wek xebatkarên partiya me, em tev hem di rih de hem di mejî de hem di pratîkê de em yek in.

Ti kes jî ti hêzek nikare nakokiyê bixe navbera me, hemû hevalên me ji me re bi qedr û qîmet in, em dijminê gelê Kurd bi xwe nakenîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst