Serkeftina DEM Partiyê ya li Êlihê tê çi wateyê?

01-04-2024
Nîşan DEM Partî Êlih Serkeftin Qeyûm Gulustan Sonuk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gulustan Sonukê li ser serkeftina DEM Partiyê ya li Êlihê got, “Ev tê wateya ku êdî Êlihî li vî bajarî qeyûman naxwazin.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Li gorî encamên nefermî, DEM Partî bi rêjeya ji sedî 64,51ê li Êlihê partiya yekem e.

Piştî eşkerebûna encamên destpêkê xelkê Êlihê herikî kolanan û serkeftina DEM Partiyê pîroz kir.

Namzeda Serokatiya Şaredariya Elihê ya DEM Partiyê Gulustan Sonuk dema pîrozbahiyan ji Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci re axivî.

“Êlihî li vî bajarî qeyûman naxwazin”

Gulustan Sonuk li ser serkeftina DEM Partiyê ya li Êlihê got:

“Ev tê wateya ku êdî Êlihî li vî bajarî qeyûman naxwazin.

Dixwazin îradeya wan were naskirin.

Li hemberî hemû êrişên li ser partiyan wan, dîsa li ber partiya xwe ne, li derdora partiya xwe bûne xelek.

“Ji bo me serfiraziyeke pir mezin e”

Bi rastî ji bo me jî rêjeyeke evqasî bilind serfirazî ye.

Ev coş, ev xwedîderketina ciwanan, jinan û gelê welatparêz ji bo me serfiraziyeke pir mezin e.”

Sala 2014an BDP bi rêjeya ji sedî 55,9an li Êlihê bûbû partiya yekem û sala 2019an jî HDP bi rêjeya ji sedî 66,03yan bûbû yekem.

Lê hikûmetê her du caran jî qeyûm danîbû ser Şaredariya Êlihê û şaredarî ji wê demê ve ji aliyê qeyûman ve tê birevebirin.

Li gorî encamên nefermî, DEM Partî îro li Êlihê careke din bi ser ketiye.

Heta niha ji sedî 99,30ê sindoqan hatine vekirin û rêjeya dengên DEM Partiyê ji sedî 64,51 e.

“Gel di sindoqan de hesab pirsî”

Gulustan Sonuk li ser egera danîna qeyûman wiha axivî:

“Şaredariya me dê bibe şaredariya gel. Ev gel dê nehêle ku careke din qeyûm werin tayînkirin.

Em ji gel bawer in. Gel di sindoqan de hesab pirsî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst