Li Bakurê Kurdistanê rêya 570 gundan hat girtin

Duh li 09:22
RÛDAW
Nîşan Girtina Rêyên Gundan Sêrt Êlih Şirnex Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Sêrt, Êlih, Wan û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê rêya 570 cih û waran girtî ye.

Li Sêrtê ji ber berf û bagera ku ji şeva borî pê ve bi bandor e, li Berwariyê rêyên 20 gundan, li Dihê rêyên 6 gundan, li Şîrwanê rêyên 5 gundan û li Misircê jî rêya gundekî ji çûyîn û hatinê re hatin girtin.

Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr xebatên xwe yên ji bo vekirina rêyan didomînin.

Êlih

Li navçeya Kercewsê ya Êlihê ji ber berfa ku şev dest pê kir rêya 40 gundî hatin girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr dixebitin ku rêyên girtî vekin.

Şirnex

Li navçeya Elkê ya Şirnexê jî ji ber berfê rêyên 5 gundan hatin girtin.

Li vir jî ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr dixebitin ku rêyên girtî vekin.

Wan

Li Wanê barîna berfê bandoreke neyînî li jiyanê kir, rêyên bi sedan gundan hatin girtin.

Li Wanê bi şev ji nişka ve berf barî û tîmên Şaredariya Bajarê Mezin bi 270 wesayît û 618 karmendan ketin nava tevgerê.

Li tevahiya Wanê ji ber berfê, rêya 493 gund û bajarokan hatin girtin.

Tîmên vekirina rêyan jî li ser karên xwe berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst