Aras Cuma: Parçebûna Sûriyeyê ne di rojeva Kurdan de ye

24-03-2025
RÛDAW
Aras Cuma û Dildar Herkî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Aras Cuma û Dildar Herkî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kurd Yekîtî Konferansa Neteweyî PYD ENKS
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Partiya Kesk a Demokrat Aras Cuma ragihand ku parçebûna Sûriyeyê ne di rojeva Kurdan de ye.

ENKS û PYD 18ê Adarê li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê bi amadebûna Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî û nûnerên Amerîkayî civiyan.

Mezlûm Ebdî piştî civînê diyar kir ku “Helwest û nêrînên her du aliyan cihê kêfxweșiyê bûn.”

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl jî ji Rûdawê re got:

“Me li hev kiriye, peyman amade ye û em dê piştî Newrozê bi çend rojan ji miletê xwe re ragihînin.”

Piştî vê civînê û van daxuyaniyan hêviyên ji bo lidarxistina Konferanseke Neteweyî û yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdan zêde bûne.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Partiya Kesk a Demokrat Aras Cuma bû mêhvanê bultena Rûdawê û pirsên Dildar Herkî yên li ser mijarê bersivandin.

Aras Cuma diyar kir ku heta niha di navbera Kurd, Amerîkî û Fransiyan de civînên cuda cuda hebûn û ENKSyê xwestiye ku tenê bi PYDyê re rûne û ew civîn li ser vê daxwazê pêk hatiye.

Wî destnîşan kir ku ji bo “Konferansa Neteweyî” amadehî tên kirin lê dema wê hîn diyar nebûye.

Aras Cuma diyar kir ku ne tenê ENKS û PYNK, dê gelek rewşenbîr û kesayetiyên serbixwe jî tev li vê konferansê bibin.

“Parçebûna Sûriyeyê ne di rojevê de ye”

Li gorî agahiyên ku wî dane, di nav aliyên siyasî yên Kurdan de “Xala sereke nasnameya Kurdan e” û li pey çû:

“Parçebûna Sûriyeyê ne di rojevê de ye, li Sûriyeyê dikarin bi hev re birêvebiriyê bikin.

A girîng ew e ku nenavendî, demokrasî karibin xizmeta gelê Sûriyeyê bikin.

Ya girîng ew e ku Sûriye rojên bê û salên bê bi rengekî aştîyane derbas bike.”

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Partiya Kesk a Demokrat rexne li destûra demkî ya Sûriyeyê jî girtin û diyar kir ku divê Kurd di destûra nû de hebin û dê aliyên siyasî ji bo vê hewl bidin.

Aras Cuma got, divê Kurd bi awayê fermî bên naskirin û tev li hikûmeta nû ya Sûriyeyê bibin û divê hemû saziyên Rêveberiya Xweser jî karibin karê xwe bi azadî bikin û xizmetê ji gelê xwe re bikin.

Li gorî Aras Cuma, ji bo ku Kurd karibin bigihin armancên xwe, “Divê lihevkirin di demek nêz de were ragihandin û yekrêziya Kurdan pêk were."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst