Ebdulhekîm Beşar: Em dixwazin bi şandeyeke berfireh herin Şamê

15-12-2024
Nalîn Hesen
Ebdulhekîm Beşar û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ebdulhekîm Beşar û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kurd Sûriye ENKS Tehrîr El Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Koalîsyona Mixalefeta Sûriyeyê Dr. Ebdulhekîm Beşar got, “Min hevdîtin bi hêzên cuda yên siyasî re kirin û em dixwazin bi şandeyeke berfireh herin Şamê.”

Piştî ku li Sûriyeyê Tehrîr El Şam hat ser desthilatê paşeroj û çarenivîsa Kurdan jî tê nîqaşkirin.

Cîgirê Serokê Koalîsyona Mixalefeta Sûriyeyê Dr. Ebdulhekîm Beşar beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.

Ebdulhekîm Beşar da zanîn ku civînên wî yên li Şamê “baş” derbas bûne û ew dixwazin bi şandeyeke berfireh herin Şamê.

Dr. Beşar eşkere kir ku wî li Şamê bi hêzên cuda yên siyasî re hevdîtin kirine, bi hêzên mixalefetê û siyasetmedarên berê re civiyane.

Li gorî agahiyên ku wî dane, di navbera ENKS û hikûmeta veguhêz de “pêwendiyên nerasterast” hene.

“Divê Kurd bigihin mafê xwe”

Dr. Beşar diyar kir ku ENKSyê ji hikûmeta veguhêz re name şandiye û wan di bersivê de gotiye:

“Kurd cihê rêzgirtinê ne û Kurd û PKK ji hev cuda ne. Divê Kurd bigihin mafê xwe.”

Ebdulhekîm Beşar diyar kir ku di nava Tehrîr El Şamê (HTŞ) de mecliseke Kurdan heye ku ji 32 kesan pêk tê û ev 32 kes ji herêmên cuda ne li ser mafên Kurdan xwediyên nêrînên bipêşketî ne.

“Divê PYD xwe ji PKKyê qut bike”

Dr. Beşar li ser “diyaloga Kurdan û şandeyeke hevbeş a ku here Şamê” jî got:

“Ez dixwazim em bi yek şandeyê herin lê divê PYD xwe ji PKKyê qut bike û xwe biguhere.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst