Xarpêt - Ji ber berfê rêya 27 gundan hat girtin

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Barîna Berfê Girtina Rêyên Gundan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Dep û Qowanciyan yên parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde rêya 27 gundan hat girtin.

Li gorî Rêvebiriya Rê û Xizmetên Veguhestinê ya Xarpêtê ji şeva borî ve li cihên bilind yên parêzgehê barîna berfê berdewam e.

Rêvebiriyê da zanîn ku ji ber vê yekê li navçeya Depê rêya 22 gundan û li navçeya Qowanciyan jî rêya 5 gundan hatiye girtin.

Hat ragihandin ku tîmên Îdareya Taybet ya parêzgehê dest bi kar û xebatên paqijkirina rêyan kirine û hewil tê dayîn ku rêyên girtî bo çûnûhatinê bên vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst