ŞIRNEX - Ji ber berfê rêyên 20 gundî hatin girtin

29-01-2024
RÛDAW
Nîşan Şirnex Girtina Rêyên Gundan Barîna Berfê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber berfa zêde rêyên 20 gundî hatin girtin.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, çend roj in berfeke giran dibare û jiyana rojane zehmet bûye.

Ji ber berfa zêde li Şirnexê rêyên 3 gundan, li navçeya Qilabanê rêya gundekî û li navçeya Elkê jî rêyên 16 gundan hatine girtin.

Tîmên Îdareya Taybet a Şirnexê û Saziya Rêyên Bejahiyê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe berdewam dikin.

Herwiha li navenda bajêr jî tîmên şaredariyê cade û kolana paqij dikin.

Ji aliyê din ve, li navçeyên Qilaban û Elkê bilindbûna berfê gihiştiye metre û nîvekê û ji ber vê yekê xetên elektrîkê zerar dîtiye û gelek caran elektrîk qut dibe û demjimêrên dirêj çareser nabe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst