Di pîrozbahiyên Cejna Ekîtoyê de êrişa bi kêrê: Birîndar hene

01-04-2025
RÛDAW
Nîşan Dihok Cejna Ekîtoyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dihokê di şahiya pîrozbahiyên Cejna Ekîtoyê de di êrişeke bi kêrê de 2 kes birîndar bûn.

Li ahengên Cejna Ekîtoyê yên li Dihokê kesek bi kêr êrişî du kesên din kir û yek ji wan giran 2 kes birîndar bûn.

Birêvebirê Nexweşxaneya Azadiyê ya Dihokê Ferman Ewla Elî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: "Her du birîndar ku jin û ciwanêk in, sewqî nexweşxaneyê hatin kirin."

Bûyer di çarçoveya rêûresmên cejna Ekîtoyê de qewimiye.

Ferman Ewla Elî da zanîn ku yek ji birîndaran "jineke 65 salî ye û rewşa tenduristiya wê giran e û di bin çavdêriya hûr a bijîşkî de ye.

Jin bêhiş e, êrişkar kêr li serê wê xistiye û xwîn rijiyaye ser mêjiyê wê."

Çavkaniyeke ji hêzên ewlehiyê yên Dihokê ji Rûdawê re got, ku êrişkar hatiye desteserkirin û lêpirsîn pê re tê kirin û heta niha sedema êrişê ne zelal e.

Cejna Ekîtoyê, an jî cejna serê sala Babilî-Aşûrî, dikeve roja yekemîn a meha Nîsanê.

Di vê cejnê de wekî nerîtekê salane fêstîval û çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin.

Ev cejna ku ji bo Kildanan cejneke neteweyî ye, dîroka wê diçe 5300 sal beriya zayînê.

Cejna Ekîtoyê 12 rojan didome, ji bilî govend û reqsê, wekî Newroza Kurdan geşt û seyranan jî di nav de heye.

Li Herêma Kurdistanê ji sala 1992yan ve Xirîstiyan vê cejnê pîroz dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst