Li Bakurê Kurdistanê berf û baran e: Rêyên gundan tên girtin

31-01-2024
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Berf Girtina Rêyên Gundan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro ji bo bajarên Semsûr, Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Dîlok, Mêrdîn û Rihayê hişyariya berf û baranê da.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku tê pêşbînîkirin îro li parêzgehên Semsûr, Sêrt, Colemêrg û Şirnexê berf û li parêzgehên Dîlok, Mêrdîn û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê jî baran bibare.

Li gorî Keşnasiyê, li Bakurê Kurdistanê bi giştî mij û qeşa dê zêde bibe û ji welatiyan hat xwestin li hemberî egera aşûtê tedbîrên pêwîst wergirin.

Li aliyê din li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê rêyên 54 cih û waran ji ber berfê hatine girtin.

Ji ber berf û pûkê li Wanê rêyên 22, li Colemêrgê 2, li Bedlîsê 14 û Mûşê 16 cih û waran hatine girtin.

Li bajarên navborî ekîb ji bo rêyên girtî vekin xebatên xwe didomînin.

Herwiha li Bakurê Kurdistanê pileya germê jî li gorî asta demsalê ye.

Pileya germê bi roj heta 10 pileyan bilind dibe û bi şev jî heta bin sifirê bi 20 pileyî dadikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst