Li Wanê bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan 10 kes hatin girtin

29-01-2024
RÛDAW
Nîşan Şirnex Girtina Rêyên Gundan Barîna Berfê Wan Qaçaxçîtiya Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan 12 kes hatibûn desteserkirin, 10 ji wan hatin girtin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku xebatên rêgirîkirina koçberên neyasayî didomin.

Li tevahiya parêzgehê ji bo desteserkirina qaçaxçiyên koçberan di navbera 22-28ê Kanûna Paşîna 2024an de operasyon hatin kirin.

Di operasyonan de bi tohmeta “qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan” 12 kes hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê kesên hatibûn desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê.

Piştî karên îfadewergirtinê 12 kes sewqî Dadgeha Wanê hatin kirin.

Dadgehê derbarê 10 kesan de biryara girtinê da û 2 kes jî hatin berdan.

Parêzgeha Wanê bi taybetî ji bo koçberên Efxanî û welatên din ên wekî Îran û Pakistanê wekî rêyeke derbasbûna Tirkiye û Ewropayê tê bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst